İbrahim Atmaca
28 Mijdar 2019•Rojanekirin: 06 Berfanbar 2019
Seydalî Tokatê ku li Ovacika navçeya Tunceliyê dijî, bi çilpiyên dara biyê selikan çêdike û bi firotina van sebetan va piştgiriyê dide aboriya mala xwe.
Seydalî Tokatê 56 salî û bavê du zarokan li Mezreya Arelê ya li ser gundê Çakmakliyê dijî û heywandariyê dike. Tokat 26 sal e bi rêbazên kevneşop ên ji bav û kalan maye va selikan çêdike.
Tokat bi dasê çilpiyên darên biyê yên ber Çemê Munzurê an jî yên li ber cew û cobaran çiq dike û van çilpiyan dixe gurz, dide pişta xwe û tîne mala xwe. Tokat van çilpiyan çend rojan di tewleya xwe da dihêle û paşê pê selikan çêdike.
- Heba wan bi 100-150 lireyî difroşe
Tokat bi kedeke zehmet va van selikên ku çêkirina wan êdî radibe, çêdike û bixwe dixebitîne û heke ji gundên der û dorê heywandar jê bixwazin difroşe wan jî.
Sebet li gor mezintî û piçûktiya xwe bi 100-150 lireyî tên firotin. Herî zêde zivistanê tê da ka, kes û gîha û alif dixin ber heywanan an jî havînê tê da keşkan hişk dikin, rûn û penêr dixinê.
- Di nav 2 saetan da selikekê çêdike
Seydalî Tokat daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew di 30 saliya xwe da çêkirina selikan hîn bû.
Tokat wiha dewam kir, "Li cem me darên biyê di zeviyên ku em jê ra buk dibêjin da hêşîn dibin û zû zû naşkên. Ez jî çilpiyên van daran berhev dikim û pê sebetan çêdikim. Sebet li malê pir lazim dibin."
Tokat diyar kir ku çêkirina selikan pir zehmet e û ew selikekê di nav 2 saetan da çêdike û van sebetan carina difroşe carinan jî bê pere dide.