Haydar Şahin
07 Mijdar 2018•Rojanekirin: 08 Mijdar 2018
NABLÛS
Eskerên Îsraîlê li Nablûsa navçeya Şerîeya Rojava ya dagirkirî 2 welatiyên Filistînê birîndar kirin.
Li gor daxuyaniya Hîva Sor a Filistînê, hêzên Îsraîlê bi fîşengên plastîk û xaza rondikrêj va midaxeleyî welatiyên Filistînê yên bertek nîşanî niştecihên Cihû yên fanatîk ên li "meqamê Yusif" a li Nablûsê ayîn li dar dixistin didan kirin.
Di daxuyanyê da hat destnîşankirin ku 2 welatiyên Filistînê bi fişengên plastîk hatin birîndarkirin, 7 kes jî ji ber xaza rondikrêj hinek mabû bifetisiyan.
Şahidên bûyerê diyar kirin ku welatiyên Filistînê jî bi kevir û molotofan bertek nîşan dan.
Cihu bawer dikin ku li "meqamê Yusif" a li Nablûsa navçeya Şerîeya Rojava merzelê Hezretî Yusif heye. Lêbelê gelek arkeolog dibêjin ku merzelê li vê derê ji vir çend serdem berê hatiye çêkirin, bawerî rast nîne, merzel jî merzelê Yusiv ed-Duweykayê Misliman e.