Dinya

Eskerên Îsraîlê kameramanê AAyê girt

Eskerên Îsraîlê Hişam Ebu Şakrayê kameramanê AAyê ku dixwest dîmenên teqîna li dora Doleva cî û warê Cihûyan bikişîne demekê girtin

23.08.2019
Eskerên Îsraîlê kameramanê AAyê girt

Ramallah

Eskerên Îsraîlê Hişam Ebu Şakrayê kameramanê Ajansa Anadoluyê (AA) ku dixwest dîmenên teqîna li dora Doleva cî û warê Cihûyan bikişîne demekê girtin.

Eskerên Îsraîlê nehiştin ku Hişam Ebu Şakrayê kameraman dîmenên teqîna li dora Doleva cî û warê Cihûyan bikişîne.

Eskerên Îsraîlê demekê Şakra girtin û peyra berdan.

Li dora Doleva cî û warên Cihûyan ya nemeşrû ku nêzî Ramallaha li Şerîeya Rojava ye vê sibehê teqîn çêbûbû û di teqînê da Cihûyek hatibû kuştin û 2 kes jî giran birîndar bûbûn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın