Haydar Şahin
17 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 17 Cotmeh 2017
BEXDA
Qralê Erebistana Siûdî Selman bîn Ebdilezîz diyar kir ku welatê wan piştgiriyê dide yekîtiya Iraqê û li dijî referanduma Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) kiribû derdikeve.
Li gor daxuyaniya Ofêsa Serokweziriya Iraqê, Qral Selman û Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bi têlefonê axivîn, Qral Selman diyar kir ku Erebistana Siûdî piştgiriyê dide yekîtiya Iraqê û li dijî referanduma HKIyê kiribû derdikeve. Selman destnîşan kir ku bûyerên li Kerkûkê ji nêz va teqîb dikin.
Di axaftinê da Ebadî jî got daxwaza wan ew e ku bi Erebistan Siûdî ra têkiliyan daynin û hefteya pêşiya me heyeteke ji welêt ji bo hin peymanên hevkariyê ew ê here Erebistana Siûdî.
Ebadî bal kişand ser Kerkûkê û got ku li gor qanûna bingehîn dibê Kerkûkê di kontrola rêveberiya federal da be, ji bo vê jî hêzên hikûmetê bi lez û bêyî pirsgirêk li herêmê bi cî bûn.
Di daxuyaniya Fermandariya Operasyonên Hevpar a Iraqê da jî hatibû destnîşankirin ku hêzên girêdayî hikûmeta navendî tevahiyê Kerkûkê hildan kontrola xwe.