Önder Beyter
17 Nîsan 2018•Rojanekirin: 17 Nîsan 2018
ANKARA
Serokomar Erdogan bi têlefonê bi Serokomarê Îranê Rûhanî ra xeberda
Erdogan û Rûhanî bal kişandin ser girîngiya yekparçeyiya axa Sûriyeyê û hewldana hevbeş, da ku ji krîzê ra çareseriyeke siyasî were dîtin.
Erdogan di axaftina xwe ya bi Rûhanî ya li ser têlefonê da bal kişand ku helwesta Tirkiyeyê li dijî emilandina çekên kîmyayî ji berê da diyar e û girîngiya wê yekê anî ziman ku divê rê neyê dayîn da ku rageşî gur bibe û divê bûyer li gorî çarçoveya xwe bên nirxandin.