Muhammet Kurşun
19 Gulan 2018•Rojanekirin: 19 Gulan 2018
ÎSTANBUL
Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan û Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres bi telefonê xeber dan.
Li gor çavkaniyên Serokkomariyê di axaftinê de Filîstîn û Sûriyê hatine nirxandin.
Erdogan bal kişand ser wê yekê ku Amerîkayê li dijî biryarên NYê hereket kiriye û balyozxaneya xwe bar kiriye Qudsê û loma divê raya navneteweyî zêdetir nerazîbûnê li dijî Îsraîlê nîşan bide.
Herwiha Erdogan û Guterres avakirina komîsyoneke lêkolînê û şermezarkirina Îsraîlê ji aliyê Konseya Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî jî wek gaveke erênî nirxandin.