Önder Beyter
30 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 31 Rêbendan 2019
BEXDAD
Serokwezîrê berê yê Iraqê Heyder el-Ebadî diyar kir ku ew ê destûrê nedin ku ewlehî û îstiqrara Kerkûkê bibe mijara bazariyê.
Li gorî daxuyaniya ku ji ofîsa Ebadî hat dayîn, serokê Hevpeymana Nasrê Ebadî ligel Alîkarê Serokê Giştî yê Eniya Tirkmenên Iraqê Hesen Turan li Bexdayê hat cem hev.
Ebadî û Turan di hevdîtinê da li ser geşedanên siyasî yên dawîn ên li Kerkûkê, îstaqrara parêzgehê, parastina pêkvejiyana unsurên li bajêr û pêşkêşkirina xizmetê bo welatiyan sekinînin.
Ebadî diyar kir ku Kerkûk dê rengê xwe yê pêkvejiyanê bidomîne û herwiha bal kişand ku îstiqrara li Kerkûkê ewlehiya hemû Iraqê temsîl dike.
Der heqê geşedanên dawîn ku li parêzgehê qewimîn da jî Ebadî wiha got, "Em ê destûrê nedin ku ewlehî û îstiqrara Kerkûkê bibe mijara bazariyê."
Rêveberiya Bexdayê hefteya derbasbûyî biryar dabû ku ewlekariya Kerkûkê ji Hêza Dijî Terorê derbasî yekeya Hêzên Taybet ên Tuxaya 61emîn bibe. Vê biryarê bi xwe ra nîqaşên Pêşmerge dê vegere Kerkûkê dabû destpêkirin.
Tê zanîn, ji bo ku Pêşmerge vegere herêmên nîqaş li ser heye Kurd zextê li Bexdadê dikin, lêbelê Tirkmen û Ereb ji vegera Pêşmerge razî nîne.
Hêzên Taybet ên Tuxaya 61emîn ku ewlekariya bajêr hilda ser xwe, pêr ketibû Kerkûkê.
Berpirsê Çapemeniyê yê Fermandariya Tumena 2yemîn a Hêzên Polêsên Dijî Terorê Muntazar es-Seîdî di daxuyaniya xwe ya ku dabû nûçegihanê AAyê da diyar kiribû ku hêzên taybet dê ber bi dawiya sibatê li Kerkûkê ewlehiyê cîbicî bikin.
Piştî ku Mesûd Barzaniyê serokê berê yê Herêma Kurdistana Iraqê di 25ê Îlona 2017an da referandum kiribû rêvebiriya navendî ya Iraqê eskerên xwe şandibûn Kerkûk û herêmên binîqaş û kontrola van deran ji destê pêşmergeyan hildabû.