Abdullah Tel
14 Rêbendan 2020•Rojanekirin: 15 Rêbendan 2020
BAGDAT (AA) - Rêveberiya Iraqê ragihand ku meclis di mijara biryara xwe ya "Bila hêzên Amerîkayê ji welêt bên derxistin" dabû da paşve gav navêje.
Berdevkê Çapemeniyê yê Serokwezîrtiya Iraqê Vilyam Verde di civîna çapemeniyê da got: "Hikûmet di mijara biryara derxistina hêzên biyanî û hêzên Amerîkayê yên ji welêt meclisê dabû da wê pşve gav neavêje.
Verde der barê îdiayên ku bi Amerîkayê ra ji bo eskerên wê di çarçoveya têkoşîna dijî DEAŞê da bimînin peymaneke nû hatiye îmzekirin da got: "Hikûmetê peymaneke wiha îmze nekir. Meclisê ji bo hikûmetê wek pêşniyaz biryarek da û ew biryar jî hemû ji bo derxistina hemû hêzên biyanî ye."
Meclisa Iraqê di rûniştina deresayî ya ku 5ê Rêbendanê kir da ji bo hêzên biyanî û yên Amerîkayê ji welêt bên derxistin bi pir dengî biryar dabû.