Ahmet Aydın
05 Adar 2016•Rojanekirin: 05 Adar 2016
ANKARA
Serokomar Recep Tayyip Erdogan, der barê alîkariyên penaberan da got, “Di cîhanê da em di nav 3 welatê yekem da ne. Hûn dizanin, Amerika, Îngiltere, Tirkiye… Di nav welatên ku alîkariyê dikin em sêyemîn in. Lê belê heger em vê meselê, li gorî dahatên millî binirxînin, Tirkiye yekemîn e. Ji ber ku em ne weke wan li vê meselê dinerin. Di nav 5 salên dawî da, pereyên ku me ji penaberên Sûriyeyî ra xerc kirine 10 milyar dolar e. Jixwe ez behsa alîkariyên Saziyên Civaka Sivîl (SCK) û şaredariyan nakim. Ya ku ez behs dikim pereyên ku ji budçeyê derdikevin.”
Serokomar Recep Tayyip Erdogan di bernameya Yeşîlayê ya Merasîma Xelatên Zumrudanka ku li Hêwana Cemil Reşît Rey hat lidarxistin da axivî.
Serokomar Erdogan herwiha anî ziman ku zîhniyeta welatên rojava ji ya Tirkiyeyê cihê ye û got, “Em bi zihniyeta homoekonomikusê tevnegeriyan û tevnagerin. Di şaristaniya me da, di nav sîlsîleya nirxên me da mesele cihê ye. Em li ser wê zîhniyetê ne ku em dibêjin ‘Destê ku dide, ji yê ku distîne bi xêrtir e”. Welatên Rojava çi ji me ra dibêjin? Dibêjin emê salê 3 milyar ewro bidin we. Binerin berî nuha bi 4 mehan ev soz dan lê hê didin, hê didin.”
Serokomar bibîr anî ku îro Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê serdana wî kiriye û got, “Me ji wan ra got, binerin hûn bidin jî nedin jî, weke ku welatên Ewropayê kirin, em deriyê xwe, ji penaberan ra nagirin. Deriyê me vekirîne û wê vekirî bimînin. Lê belê me got hinekî bi wîjdan bin, ka em vî barî bihev ra hilgirin. Lê hûn çi difikirin, hûn dibêjin, Tirkiye derî ber bi Ewropayê ve vedike, berê penaberan dide wêderê. Dev ji vê şaşiyê berdin, werin em dest bidin destê hev. Ez formulekê didime we. Ez dibêjim em bajarekî li bakurê Sûriyeyê ava bikin. Bajarekî bi qasî 4 hezar 500 kîlometrokubik em ava bikin. Binesazî, seresazî û hemî tiştê wê em bi cîhanê ra parve bikin. Em di înşeatê da baş in. Welatên din jî dikarin têkevin vî karî. Vêca ewên ku dixwazin ji Sûriyeyê derkevin, em wan li wêderê bicîh bikin. Wexta em rûbirû behsa vê mijarê dikin, dibêjin hûn mafdarin. Me digel Cenabê Obama jî behsa vê mijarê kir, me koordînatên wê jî derxistin. Lê ku tê ser kirinê deng ji kesî dernayê. Mesele, meseleya biryardanê ye. Mesele biryarderî, xwedî îradeyîbûne.”