Barzanî û Balyozê Bexdayê yê Tirkiyeyê Faruk Kaymakçi hatin bal hev. Li gor daxuyaniya Serokatiya HKIyê di hevdîtinê de li ser mijarên têkiliyên di navbera Tirkiye-Iraq û Herêma Kurdistanê de, vekirina deriyên sînor ên nû, xebatên şirketên Tirk ên li Iraqê û di navbera her du aliyan de zêdekirina hatûçûyîna hewayê sekinîne.
Di daxuyaniyê de fikr û ramanên Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî cih digirin. Barzanî bal dikşîne ser qeyrana budçeyê û pirsgirêka neftê ya di navbera hikûmeta Bexdayê de û wiha tê gotin: "Em dixwazin pirsgirêkên bi Bexdayê re bi diyalogê çareser bibin. Lê hikûmeta Iraqa federal mijara budçeyê wek koz bi kar tîne û miaşê memûran nade. Em vê qebûl nakin û nakin mijara bazarê. Hikûmeta Kurdistanê dê ji helwesta xwe dev bernede û paşve gav navêje. Hikûmeta Iraqê mûameleya bajarekî li Kurdistanê dike, divê dev ji vê helwesta xwe berdin."