Abdullah Tel
28 Sibat 2018•Rojanekirin: 28 Sibat 2018
ÎSTANBUL
Seroka Şaredariya Bajarê Mezin a Gazîentabê Fatma Şahînê diyar kir ku dema pirsgirêka li Sûriye û Iraqê çareser bibe wê Gazîentab ji bo fuarên Rojhilata Navîn bibe navend.
Şaredara Gazîentabê Şahîn a ku wê cara ewil beşdarî fuara MIPIMê bibin projeyên bajêr li Stenbolê bi civîneke çapemeniyê da nasandin û qala firsendên veberhênanê yên li bajarê xwe kir û got ku pêşketin û veguherînên li dinyayê divê baş bên fehmkirin.
Şahînê ragihand ku pêşketin ji herêmê dest pê dike û li seranserê welêt belav dibe. Di berdewamiya axaftina xwe da Şahînê û got ku Tirkiye heke bixwaze bigihêje hedefên xwe yên sala 2023an lazim e hemû tevgerên ji bo pêşketinê yên li Anadoluyê tên avêtin baş analîz bike û zêdebarî û kêmasiyên wan raxe pêş çavan.
Şaredara Gazîentabê Şahînê destnîşan kir ku bi taybetî jî sivîlbûn, demokratîkbûn û herêmîbûn li şaristaniya rojavayê êdî bi cih bûne lê îro Tirkiye bi bajarên Ewropa, Çîn û Amerîkayê ra serî dikşîne û hewl dide.
Şahînê got ku Gazîentab bi armanca yekîtiya kar û gotinê beşdarî MIPIMê dibe û heke ew bi dinyayê ra bi heman zarî xebernedin nikarin bi reqîbên xwe ra biçin serî.