28 Sibat 2018•Rojanekirin: 01 Adar 2018
ANKARA
Hat ragihandin Artêşa Tirkiyeyê di Operasyona Çiqlê Zeytûnê da ji destpêkê heta niha 2184 terorîst berteref kir.
Di daxuyaniya Sererkaniyê da hat destnîşankirin ku Operasyona Çiqlê Zeytûnê ya 20ê rêbendanê li Efrîna herêma Sûriyeyê dijî endamên PYD/YPG/PKK/KCK û DEAŞa rêxistina terorê dest pê kir dewam dike.
Hat diyarkirin ku ji destpêka Operasyona Çiqlê Zeytûnê heta niha 2184 terorîst hatine berterefkirin.
- Kozikên terorê yên li rojava û bakurê Efrînê ji hêla yekîneyên topavêj va hatin bombekirin.
Di çarçoveya Operasyona Çiqlê Zeytûnê ya Artêşa Tirkiyeyê birêva dibe da kozikên terorê yên li hemberî Hatayê ji hêla yekîneyên topavêj, topên obus û balafirên şer va tên bombekirin.
Operasyona Çiqlê Zeytûnê ya ku Artêşa Tirkiyeyê di 20ê rêbendanê da li dijî hedefên PKK/KCK/PYD-YPG û DEAŞa rêxistina terorê yên li herêma Efrînê dabû destpêkirin dewam dike.
Kozikên terorê yên li rojava û bakurê Efrînê ji hêla yekîneyên topavêj va hatin bombekirin.
Li ser sînor sewqiyata wesayîtên eskerî hê jî dewam dike.