Dinya

Ebola pekiya Ugandayê

Li Afrîkayê nexweşiya Ebolayê ku bi hezaran kes pê ket û mir, pekiya Ugandayê

İbrahim Atmaca   | 12.06.2019
Ebola pekiya Ugandayê

Addis Abeba

Hat ragihandin ku li Afrîkayê nexweşiya Ebolayê ku bi hezaran kes pê ket û mir, pekiya Ugandayê.

Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê (RTD) daxuyanî da û got ku li Ugandayê heta niha 3 nexweşên Ebolayê hatin tesbîtkirin, zarokekî 5 sali ku bi vê nexweşiyê ket li nexweşxaneya ku lê tedawî dibû, mir.

Li gor daxuyaniya RTDyê, zarokê ku ji ber nexweşiyê mir, di 9ê hezîranê da bi malbata xwe ra ji Komara Demokratîk a Kongoyê hat welêt, piştî ku nexweşiya wî hat tesbîtkirin û şûnda, dihat tedawîkirin, lê nehat xelaskirin.

Ji aliyekî din va Wezareta Tenduristiyê ya Ugandayê piştî ku nexweşî pekiya welêt û şûnda, yekeya xebatê ya taybet ava kir.

Nexweşiya Ebolayê par di dawiya tîrmehê da li Komara Demokratîk a Kongoyê (KDK) dest pê kir û heta niha nêzî hezar û 400 kes ji vê nexweşiyê mirin.

Vîrusa Ebolayê di Berfanbara sala 2013an da li Afrîkaya Rojava belav bûbû. Salên 2014-2017an li Gîne, Lîberya û Sierra Leonyê jî bi 30 hezar kesî geriyabû û ji 11 hezarî zêdetir meriv bi vê nexweşiyê miribûn.

Vîrusa Ebolyayê ya ku dibe baîsê agirê zêde yê xwînî, cara ewil sala 1976an li Sûdanê bajarê Nzara û Yambaya bajarê KDKyê di heman heyamê de hatibû tesbîtkirin. Şewb li KDKyê li gundekî qeraxê Çemê Ebolayê derketibû û loma navê vî çemî li vê nexweşiyê kiribûn.



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın