Dinya

Li Herêma Kurdistanê heyama Nêçîrvan û Mesrûr Barzanî

Di çarçoveya peymana hikûmeta koalîsyonê ya ku bi partiyên siyasî yên li Herêma Kurdistanê hat kirin da Nêçîrvan Barzanî bû serok Mesrûr Barzanî jî hat ser peywira serokwezîriyê

Elif Orhan  | 12.06.2019 - Rojanekırın : 13.06.2019
Li Herêma Kurdistanê heyama Nêçîrvan û Mesrûr Barzanî

Arbil

Di heyama nû ya li Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) da serokatî û serokwezîrê dê di destê Nêçîrvanê birazî û Mesrûr Barzaniyê kurê Mesûd Barzaniyê serokê berê yê HKIyê da be.

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya di bin serokatiya Mesûd Barzanî da di hilbijartinên parlementeriyê yên ku di 30yê îlona par da hatin kirin da 45 parlementer şand parlementoya ku 111 parlementerên wê hene û ji ber ku di hilbijartinê da bû yekemîn wekî berê li HKIyê hem serokatî hem jî seorkwezîrtî di destê PDKyê da ma.

Pêngava ewil a ji bo avakirina hikûmetê 9 meh piştî hilbijartinê pêr hat avêtin. Di çarçoveya peymana hikûmeta koalîsyonê ya ku bi partiyên siyasî ra hat kirin da Nêçîrvan Barzaniyê biraziyê Mesûd Barzanî bi merasima fermî dest bi peywira serokatiyê kir, Mesrûrê kurê Mesûd Barzanî jî bi destê parlementoyê ji bo serokwezîriyê hat peywirdarkirin.

Mesûd Barzanî di cotmeha 2017an da dev ji peywira Serokatiya Herêmî berda û herçiqas di heyama nû da naxwaze ku zêde derkeve pêş jî tê payîn ku dê li pişt biraziyê xwe Nêçîrvan û kurê xwe Mesrûr bisekine da ku wekî serokên partiyên yên pêşerojê herdu kurmam bi hev ra bixebitin.

Di raya giştî da Nêçîrvan û Mesrûr Barzanî herçiqas wekî du pismamên ku piştgiriyê didin hev xuya bikin jî li herêmê tê zanîn ku di navbera herdu aliyan da ji bo serokatiya PDKyê berberiyeke veşartî heye. Gelek caran tê gotin ku ji ber otorîteya Barzanî ya li ser partiyê ev yek hê jî tam nebûye berberiyek.

Digel ku ji heman malbatê ne û pismam in jî li herêmê şaxên çapemeniyê yên cuda yên hêzdar, zanîngehên di bin banên wan da, saziyên ramanê û pêkhateyên saziyê yên cuda yên herdu şexsiyetan hene.

Li Hewlêr û Dihoka ku PDK lê hêzdar e mirov dikare ku digel wêneyên Mesûd Barzanî gelek sazî û dezgehên taybet ên ku wêneyên herdu pismaman jî lê daliqandî ne bibîne.

- Mesûd Barzaniyê ku ev 40 sal e serokatiya PDKyê dike

Mesûd Barzanî di sala 1946an da li Mahabada bajarê Îranê hat dinê. Heman salê bavê wî Mela Mistefa Barzanî PDKya ku çendî salan dê serokatiya wê bike ava kir. Mesûd Barzanî dema yek salî bû bi malbata xwe ra ji Îranê vegeriya Iraqê û di sala 1961ê da tevî refên Pêşmergeyan bû dest bi têkoşîna çekdarî kir.

Barzanî wekî endamê lijneya birêvebiriya navendî ya PDKyê dest bi jiyana siyasî kir û piştî wefata bavê xwe di sala 1979an da ji bo Serokatiya Giştî ya PDKyê ya ku heta niha dike hat hilbijartin.

Barzanî yek ji figurên herî girîng ên raperîna sala 1991ê ye bi wê Sedam Huseyîn ji text hat dûrxistin û di dagirkeriya Iraqê ya Amerîkayê da ji bo hilweşandina Sedam pêşîkêşî kir.

Mesûd Barzanî piştî ku HKI wekî herêmeke fermî ya federal hat naskirin ji 2005an vir va 3 hilbijartin qezenc kirin û bi dirêjkirina maweya peywirê heta sala 2017an peywira serokatiya herêmî kir.

Barzanî di nav pêşengên tevgera siyasî ya Kurd da cî digire û navê wî herî zêde bi referanduma serxwebûnê ya ku di 25ê îlona 2017an da kir hatibû rojevê.

Barzanî di serî da hikûmeta navendî ya Iraqê bi israr referanduma ku ji bilî Îsraîlê hemû welatên dinyayê dijî derdiketin kir û piştî vê geşedanê qismek destkeftiyan ji dest çû û statuya HKIyê ket xetereyê piştî vê yekê di sermaweza 2017an da ji peywira xwe îstifa kiribû.

Bi îstifaya Barzabî meqama serokatiyê hat rawestandin û îsal dîsa bi destê parlementoya herêmî va hat aktîfkirin û biraziyê wî Nêçîrvan Barzanî hat ser peywirê.

Êdî li ba hikûmetê tu peywira Mesûd Barzanî tune û hê jî peywira Serokatiya PDKyê ya ku 40 sal berê hat hilbijartin didomîne, hê jî bi awayekî aktîf bi mîsyonên biyanî yên ku ji herêmên din ên Iraqê û dervayî welêt tên ra hevdîtinan dike û beşdarî mezûniyetên eskerî dibe.

- Nêçîrvan Barzaniyê ku siyaseteke nerm û ya li ser aboriyê disekine dimeşîne

Nêçîrvan Barzanî di sala 1966an da li Hecî Omerana li ser Hewlêra wilayeta Iraqê hat dinê û di ciwaniya xwe da bi malbata xwe ra li Îrana ku li sirgûnê ma.

Barzanî ji Fakulteya Zanistên Siyasetê ya Zanîngeha Tehranê mezûn bû û di sala 1989an da wek endamê polîtburoya PDKê dest bi jiyana xwe ya siyasî kir.

Nêçîrvan Barzanî piştî ku Amerîkayê di sala 2003yan a Iraq dagir kir bû serokwezîrê hikûmeta meşrû ya yek îdareyî ya ku li Hewlêrê hat avakirin û heta îro ji bilî 2 salan ev peywir kir.

Dayika Nêçîrvan Barzanî yek ji malbatên mezin ên Silêmaniya ku Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ya ku reqîbê berê yê PDKyê ye û ji ber vê yekê Nêçîrvan dijî YNKê yan jî Tevgera Goran a ku li herêmê wek partiya sêyemîn e her dem helwesteke erênî û nerm nîşan da. Barzaniyê birazî bi vê helwesta xwe cudahiya xwe ya di nav PDKyê da nîşan da.

Nêçîrvan Barzanî digel siyaseta xwe ya nerm heta sala 2014an a ku DEAŞa rêxistina terorê derket holê HKIyê digel herêmên din ên Iraqê bi pêşketinên ku di warê aboriyê da bi dest xist û herêmê ji bo veberhênerên biyanî kire navendeke cazîbeyê û lewra jî her dem qala wî hat kirin.

Nêçîrvan Barzanî qeyrana ku ji ber êrîşên DEAŞê, daketina bihayên nefts ku tekane dahata herêmê ye û qeyrana siyasî bi Tevgera Goran a di mixalefetê da bi derfetên xwe bi rê va bir û digel ku dijî referanduma HKIyê ya di 25ê îlona 2017an derneket jî bêdeng ma.

Nêçîrvan Barzanî herwiha di warê pêşketina HKIyê da her dem girîngiyê dide têkiliyên bi Enqereyê ra û di nav HKIyê da bi nêzbûna xwe ya bi Tirkiyeyê ra tê zanîn. Barzanî Tirkî, Farisî, Îngilizî û Erebî diaxive û gelek caran ji mêvanên xwe yên ji Tirkiyeyê diçin ra dibêje ku dixwaze Tirkî hîn bibe.

Nêçîrvan Barzanî bi merasima fermî di 10ê hezîranê da şûna mamê xwe dest bi peywira serokatiyê kir û tê payîn ku heta 2023yan li ser vê peywirê bimîne.

- Sandiqa Reş ya PDKyê Mesrûr Barzanî

Mesrûr Barzaniyê 50 salî duh di Parlementoya HKIyê da bi piraniya dengan ji bo avakirina hikûmetê hat peywirdarkirin û Mesrûr wekî ciwaniya bavê xwe Mesûd Barzanî bêtir bi aliyê xwe yê îstixbaratvan tê naskirin.

Mesrûr Barzanî bereksê pismamê xwe Nêçîrvan li Amerîkayê perwerde sitand û di sala 1997an da ji Beşa Zanista Siyasetê ya Zanîngeha Amerîkanê ya li Washîngtonê mezûn bû paşê li heman zanîngehê li ser aştî û çareseriya qeyranê lîsansa bilind kir.

Mesrûr Barzanî di sala 1999an da wekî endamê polîtburoya PDKê dest bi jiyana siyasî kir û ji sala 2012an vir va li ser peywira Misteşariya Ajansa Ewlehiyê ya HKIyê ye ku wekî serwêsa îstixbaratê ya herêmê tê zanîn.

Mesrûr Barzanî li bajarê Dihokê ya ku lê PDK hêzdar e Zanîngeha Kurdistanê ya Amerîkan ava kir û bi taybetî li herêma Behdînanê ya ku li HKIyê lê zaravaya Kurmancî tê axaftin xwedî gelek alîgiran e.

Mesrûr wekî îstixbaratvan tê zanîn û ji ber peywira xwe zehf dernakeve pêşberî kamerayan û ji ber ku dosyeya ewlehiyê di destê wî da ye wekî "Sandiqa Reş ya PDKyê" jî tê naskirin.

Namzedê serokwezîriyê Mesrûr ji bavê xwe Mesûd Barzanî venaqete û di têkiliyên wî yên hem dervayî welêt hem jî yên li HKIyê da ligel wî cî digire û wekî bavê xwe piranî cil û bergên herêmî li xwe dike û peyama ku dê ji rêya wî dûr nekeve dide.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.