BALIKESÎR
Namzedê Serokomariyê û Serokwezîr Erdogan got: "Dê hisabê wan zarok û hewara wan dayikên bêsûc û bêguneh ji Îsraîlê bê pirsîn."
Namzedê Serokomariyê û Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan li qada Kûvayî Mîlliyê ya Balikesîrê bangî welatiyan kir.
Serokwezîr wiha got: "Dê hisabê wan zarok û hewara wan dayikên bêsûc û bêguneh ji Îsraîlê bê pirsîn. Divê Civaka Navneteweyî êdî li ber vê nenaskirina hiqûqê serî hilde û li pêşberî vê komkojiyê bê deng nemîne. Îsraîl wek Hîtler komkujiyê dike. Heta ku Îsraîl vê komkujiyê bidomîne aştî nayê Rojhilata Navîn û li dinyayê aştî pêk nayê. Heta ev komkujî bidome mirov nikare tu caran qala edaletê bike."
Erdogan bal kişand li ser bûyerên Xezeyê û wiha dewam kir:
"Piştî ku hezar û 500 kes mirin, bi sedan zarok mirin hê paşê dinya bi Xezeyê re eleqeder bû. Herwiha ev eleqe jî eleqeyeke xurt nîne, eleqeyeke lawaz e. Mirov bi zilmê nikare bibe nemir. Dinya dorbidore ne bi zor e."