05 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 06 Berfanbar 2015
WASHINGTON
Rayedarên Wezareta Derva yên DYAyê ragihandin, ew îdiayên ku Rûsyayê piştî xistina firokeya wê ya cengê ya ku sînorê Tirkiyeyê îxlal kiribû, belavkiribû ku digot "Tirkiye û DAEŞ bazirganiya neftê dikin" ji rastiyê dûr in.
Rayedarên bilind yên DYAyê gotin, "Rûsyayê malperake rengîn û tije agahî li ser înternetê çêkiriye, lê belê bi gorî dîtina me qaçaxçîtiyeke wisa ya neftê di navbera Tirkiye û herêmên di bin kontrola DAEŞê da çênebûye. Eger hûn dixwazin behsa qaçaxçîtiya neftê bikin, ev rastiyeke ku qaçaxî zêde nebûye kêm bûye. Kêmbûna qaçaxçîtiyê jî radeyeke mezin bi saya tirkan bû."
Rayedaran di behsa qaçaxçîtiya neftê da wiha got, "Nehatiye dîtin ku ew kamyon ji sînor re derbas bûbin û delîl jî tunene. Jixwe guhastina neftê bi wî şiklî, bi wan kamyonan ji aliyê dahatê ve xesar e û qezenca wê nîne. Eger kamyon biçin jî, divê ji bilî DAEŞê, ji gelek cihên ku di bin kontrola Artêşa Sûriyeya Azad da ne ra derbas bibin. Herwiha pêwîst e li her cihî kirê/bacê bidin. Ev jî ji aliyê dahatê ve zerer e. Ji ber vê em dibêjin qaçaxçîtiyeke wisa dûrî mentiqê ye. Ha li ser sînor qaçaxî tuneye? Bi teqez heye. Lê belê qaçaxçîtiyeke wisa ye ku ji aliyê qebareyê ve biçûk e, qaçaxçîtiya ku ji serdema Împaratoriyeta Roma ve heye. Ew qaçaxçîtî jî ne ew e ku bi qebareya mezin neft bê guhastin. Ya ku tê kirin ji aliyê aboriyê ve ewqas bi qezenc nîne."
Rayedaran destnîşan kir ku ew qaçaxçîtiya neftê ya ku li deverên di bin kontrola DAEŞê da tê kirin, bi qebareyeke mezin diçe herêmên di bin kontrola rejima Sûriyeyê da û herêmên naverasta Iraqê.