Ferizat Kaya
02 Gulan 2017•Rojanekirin: 02 Gulan 2017
WASHINGTON
Wezareta Karên Derva ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) bi hinceta êrîşên terorê, ji bo gerên li Ewropayê welatiyên xwe hişyar kir.
Wezaret der barî hişyariyê da daxuyaniya nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Êrîşên li Fransa, Rusya, Îngiltere û Swêdê di çapemeniyê da bi berfirehî cih girtin, ev jî nîşan dide ku rêxistinên terorê DEAŞ, El Qaîde û komên girêdayî wan, li giştiyê Ewropayê dikarin êrîşan plan bikin."
Di daxuyaniyê da hat gotin ku Wezareta Karên Derva ya DYA ji ber gerên li Ewropayê welatiyên xwe hişyar dike û ev hişyarî dê heta 1ê îlona 2017an dewam bike.