Ferizat Kaya
02 Gulan 2017•Rojanekirin: 02 Gulan 2017
BOGOTA
Li herêma rêvebiriya Cundinamarcaya Kolombiyayê balafira eskerî ket, di qezayê da 8 kes mirin.
Balafira Cessna Caravana ku ji bajarê Melgarê ber bi bajarê Guaymaralê ve diçû li gorî saeta herêmî di saet 17.00an da ji ber sedemeke ne diyar ket. Di balafira ku dema dakeve erdê, li çiyayê Manjuiyê qelibî de 4 leşker û 4 jî murettebat mirin.
Serokê dewletê Juan Manuel Santos piştî qezayê ji ser hesabê xwe yê çapemaniyê ji bo kesên mirin sersaxî da.