Ahmet Aydın
01 Gulan 2017•Rojanekirin: 02 Gulan 2017
DOHA
Serokê Nivîsgeha Siyasî yê Hemasa Rêxistina Berxwedana Îslamî li Filistînê Xalid Meşel vîzyona nû û belgeya siyasetê ya tevgerê ragihand.
Meşel li Doheya paytexta Qeterê civîneke çapemeniyê li dar xist û der barê belgeya nû ya binemayên giştî û polîtîkayên Hemasê axivî.
Belgeya siyasî ya ku Meşel ragihand tevgera di nav komelgeha navneteweyî de di xwe de digire. Pênaseya nû ya ku Hemasê ji xwe re aniye, damezrandina dewleta Filîstînê di nava sînorên xwe yên 1967ê de, nerîna li hember cihûyan û tundiyên dînî di nav madeyên herî giringê belgeyê de ne.
Di madeya yekema belgeya siyasî de Hemas wiha pênaseya xwe dike: "Tevgera Îslamî Hemas, armanca wê rizgariya Filîstînê û têkoşîna dijî projeya siyonîst e, li gorî armanc û navgînên xwe, îslamê weke referans digire û tevgera berxwedan û azadiya neteweyî ya îslamî ya Filistînê ye."
Bi vê pênaseya xwe cudahiyeke xwe ji peymana xwe ya pêştir dike ku destnîşan dike baskeke Tevgera Îxwan Muslîmênê ye.
"Belge, nerîna hevbeşa Hemasê ye"
Meşel der barê belgeya siyasetê de got, "Nerîna hevbeşa saziyên navxwe û derve yên hemû serokên Hemasê nîşan dide"
"Mafê vegerînê ne tê îlxakirin ne jî tê kêmkirin"
Meşel anî ziman ku Hemas hemî hewl û projeyên ku meseleya tesfiyekirina penaberên Filistînî ji xwe re dike armanc red dike û got, "Mafê vegerînê ne tê îlxakirin ne jî tê kêmkirin."
"Hemas li djî Siyonîstan micadele dike"
Meşel der barê micadeleya Hemasê de wiha got, "Hemas teqez dike ku micadeleya wê ne bi sedem dînê wan li dijî cihûyan, lê li dijî projeya siyonîst e. Hemas ji ber ku cihû ne micadeleyê li dijî cihûyan nake, lê li dijî Siyonîstên dagîrkerên êrîşker micadele dike."
"Wê ji mafên Filistînê dest neyê berdan"
Meşel derbarê belgeya nû ya siyasetê ya Hemasê got, "Damezrandina Filistîneke serbixwe di nava sînorên wê yên 1967an de, nayê wê wateya ku dest berdana ji mafên Filistînê dike."
"Baweriya Hemasê bi demokrasiya fire beşdar heye"
Xalid Meşel got, "Baweriya Hemasê bi demokrasiya fire beşdar heye. Ji diyalog û pêkve jiyanê re vekiriye."
"Pêdivi bi ji nûve hewla înşakirina wê heye"
Serokê Hemasê Xalid Meşel: "Rêxistina Rizgariyê ya Filistînê, çarçoveyeke neteweyî ye ku divê gelê Filistînê biparêze."