Sevim Hatun
07 Gulan 2018•Rojanekirin: 08 Gulan 2018
KERKÛK
Stranbêj Mahmut Tuncer û Muazzez Ersoy ji bo piştevaniyê bidin Tirkmen û Eniya Tirkmenên Iraqê (ITC) hatin Kerkûka bajarê Iraqê, li vir konser dan.
Bername li stadyûma El-Sawraya Kerkûkê hat lidarxistin. Serokê Eniya Tirkmen Erşet Salihî û 18 namzedên parlamenteriyê tevlî gelê Kerkûkê beşdarî konserê bûn.
Welatiyên ku hatin qada konserê alaya Iraq û Tirkmenan bilind kirin.
Serokê Eniya Tirkmen Erşet Salihî di destpêka konserê de axivî got, em wekî Eniya Tirkmenên Iraqê yekîtiya Tirkmenan armanc dikin, ev ne tenê bi sloganan em ê li qadê jî yekîtiyê nîşan bidin.
Salihî bal kişand ser lîsteya namzedên parlamenteriyê ragihand ku lîsteya ku amade kirin hemî Tirkmenan dike yek perçe.
Piştî axaftina vebûnê ya Salihî Mahmut Tûncer derket ser dikê got, ji bo Tirkmen bi tevahî beşdarî dengdayinê bibin ew hatine Kerkûkê.
Muazzez Ersoyê jî got ew cara ewil hatiye Kerkûkê, bi dîtina Kerkûkê bextewar bû. Ersoyê got ji îro pê de wê beşdarî bernameyên bi vî şiklî bibe, dixwaze bi Kerkûkiyan re were bal hev.