Serokkomarê Misrê Muhammed Mursî yê ku piştî derbeyê ji wezîfeya xwe hatibû bidûrxistin û 14 bersûcên din yên ku ev qasî 4 mehan e di girtîgehê de ne, cara ewil derketin li ber dadgêr. Darizandin di bin tedbîrên ewlehiyê de li Akademiya Polîsan ya Qahîreyê çêbû.
Danişîna doza Mursî û 14 bersûcên din hat taloqkirin. Doz dê di 8ê çileya paşîn de dest pê bike û biryar hat dayîn ku Mursî dê neqlî Girtîgeha Torayê bibe.
Mursî bi îşareta Rabîayê bersiv da serokê dadgehê. Mursî bi cil û bergên taxim hate dadgehê, "îşareta Rabîayê" kir û gote serokê dadgehê "Serokê te yê meşrû ez im, yê ku hukmê wî betal e jî tu yî."
Li gor agahiyên Rêxistina Birayên Misilman (Îxwan) Mursî lixwekirina cil û bergên girtiyan yên "spî" red kir.
Hat ragihandin ku Mursî îmzekirina ewraqên fermî yên dozê jî red kir.
Hat diyarkirin ku eqrebayên rêberên Îxvanê ji ber ku doz bi zindî nehate weşandin, beşdarî dozê nebûn.
Birayê Mursî Huseyîn Mursî ragihand ku birayê wî sûcek nekirî ye û wiha axivî: "Çawa dibe ku Serokomarekî hafiz xelkê xwe bikuje."
Kurê Mursî Ûsame Muhammed Mursî jî li ser Facebookê wêneya bavê xwe ya ku qebûl nekir ku cil û bergên spî li xwe bike belav kir û wiha nivîsî: "Hey yê ku rumetê dide me û serê me berjêr nake."
Kurê Mursî yên din Ahmed Muhammed jî der barê darizandina bavê xwe de wiha got: "Yê ku bavê min didarizîne, li bin maskeyeke din Mûbarek e."