Fatih Gazioğlu
28 Adar 2018•Rojanekirin: 29 Adar 2018
DIYARBAKIR
Şaredariyên Diyarbekirê yên ku qeyum lê hatine wezîfedarkirin bi danîna 4 milyon kulîlkan ve wê bajêr veguherînin baxçeyê gul û çîçekan.
Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê û ya Kayapinarê di çarçoveya projeyeke hevkar de li kolan û parkên bajêr simbil, petunya, zînya, xamek û lale danîn.
Midûrê Bexçe û Parkên Şaredariya Kayapinarê Alî Erdem daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku wan li ser telîmata Ozan Balciyê Qaymeqam û Wekîlê Serokê Şaredariyê dest bi xebatê kiriye.
Erdem diyar kir ku wan bi xebateke bi qasî 6 mehan 2 milyon kulîlk danîn û wiha dewam kir:
"Beriya vê bêhneke pîs ji kolanên Diyarbekirê dihat. Bi saya xebata me ya danîna kulîlkan êdî wê ji kolanên Diyarbekirê bêhneke xweş bê. Armanca me jî ew e ku em ji nifşên nû re hawirdorekî paqij bihêlin."
Ji welatiyan Emîne Odabaşiyê got ku piştî wezîfedarkirina şaredariyê ya nû êdî rêyên Diyarbekirê paqij bûne û bêhneke xweş ji kolanan tê. Odabaşiyê ji bo xebatên şaredariyê spasiya xebatkaran kir.