Sevim Hatun
24 Sibat 2017•Rojanekirin: 25 Sibat 2017
ANKARA
Serokê Sererkaniyê Orgeneral Hulusî Akar, di axaftina ku wexta ziyareta Kilîsê ku ji wir Herekata Mertalê Feratê tê birêvebirin da wiha got: "Digel bidestxistina tevahiya herêma Babê em gihîştin armanca xwe ya ku me di serî de plan kiribû. Di vê pêvajoyê de edî em ê li herêmê ji bo normalîzebûna jiyana rojane û vegera nîştecihên herêmê ku ji ber şer koç kiribûn, hewl bidin û çi alîkarî hewce dike pêk bînin."
Li gor daxuyaniya nivîskî ya Serokatiya Sererkaniyê Akar digel Fermandarê Hêzên Bejayê Orgeneral Salîh Zekî Çolak, Fermandarê Hêzên Behrê Oramîral Bulent Bostanoglu û Fermandarê Hêzên Hewayê Orgeneral Abîdîn Unal li herêma Gazîentab û Kilîsê lêkolîn kir.
Di vê çarçoveyê da Orgeneral Akar bi minasebeta bidestxistina kontrola herêma Babê navenda herekatê ya li herêmê ziyaret kir.
Orgeneral piştî xwendina sirûda netewî xîtabî fermandarên yekeyan kir.
Akar bibîr xist ku piştî merhaleya ewil a herekatê herêma Cerablûs, Er Raî, Dabiq û Sûranê ji terorê hatin paqijkirin, herwiha malbatên ku ji ber şer û pevçûnann mecbûr mabûn malên xwe biterikînin dest bi vegerê kirin û wiha dewam kir: "Digel bidestxistina tevahiya herêma Babê em gihîştin armanca xwe ya ku me di serî de plan kiribû. Di vê pêvajoyê de edî em ê li herêmê ji bo normalîzebûna jiyana rojane û vegera niştecihên herêmê ku ji ber şer koç kiribûn, hewl bidin."