15 Tebax 2020•Rojanekirin: 17 Tebax 2020
Li Cerablûsa navçeya Sûriyeya ser sînorê Tirkiyeyê ye di êrîşa terorê ya bi motosiklêta bombebarkirî va hat kirin da sivîlek mir û 6 sivîl jî birîndar bûn.
Li Herekata Mertalê Feratê ya bakûrê Sûriyê li herêma navenda Cerablûsê ya nêzî Nexweşxaneya Cerablûsê û avahiya meclisa herêmî motosiklêteke bombebarkirî hat teqandin.
Di encama êrîşê da sivîlek mir û 6 sivîl jî birîndar bûn.
Hêzên ewlehiyê yên herêmî li cihê bûyerê mêze kirin û dibêjin ku îhtimal heye êrîş ji hêla YPG/PKKya rêxistina terorê va hatibe kirin.