Li Îranê ji ber Kovîd-19ê di 24 saetên derbasbûyî da 161 kes mirin
Istanbul
Li Îranê hejmara kesên ku ji ber cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) mirin, 161 zêde bû û derket 19 hezar û 492an.
Berdevka Wezareta Tenduristiyê ya Îranê Sîma Sadat Lariyê di daxuyaniya xwe ya li ser têlevîzyona dewletê da diyar kir ku di 24 saetên dawîn da 161 kesên din jî mirin û 2 hezar û 245 pêketiyên nû hatin tesbîtkirin.
Lariyê got ku bi vî awayî hejmara miriyan derket 19 hezar û 492an û ya pêketiyan jî derket 341 hezar û 70yî.
Lariyê her wiha got ku ji nexweşên Kovîd-19ê, heta niha 295 hezar û 630 jê jî baş bûn.
Berdevk Lariyê destnîşan kir ku li welêt heta niha 2 milyon û 836 hezar û 252 test hatin kirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.