Türkan Tosun,İbrahim Atmaca
26 Mijdar 2019•Rojanekirin: 27 Mijdar 2019
Li Helebçeya bajarê Herêma Kurdistana Iraqê jin di rêvebiriya şaredarî, qaymeqamtî û zanîngehê da cih digrin.
Jinên di 16ê Adara 1988an da bûn şahidên êrîşa kîmyewî ya Sadam Huseyînê serokê têkçûyî îro li bajêr di payeyên bilind da wezîfedar in.
Şaredara Helebçeyê Kuweystan Ekrem (53) a di nav şaredarên herî serkeftî da navê wê jî heye ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand li bajêr ji berê va rêvebiriya jinan hebûye û wiha axivî: "Di sedsala 19emîn da bi serkêşiya Adile Xanimê jinan di rêvebiriya bajêr da cih girtine û vê rêwîtiyê wisa dest pê kiriye. Wê demê Helebçe navçe bû û bi biryara Adile Xanimê va navçe bi rê va dihat birin. Ev kevneşopî heta niha jî dewam dike."
Ekremê got ew di sala 1993an da wek karmend ketiye şaredariyê, ev 3 sal in jî ew şaredara bajêr e û spasiya gelê Helebçeyê kir ku wan ew layîqê vî karî dîtiye.
Ekremê anî ziman mêr rêzê nîşanî jinan didin, dixwazin jin di rêvebiriyê da hebin û wiha got: "Ev bû kevneşopî. Ji ber ku ez rêvebireka jin im, ez tu carî rastî newekheviya jin û mêran hatim."
Der barê karê şaredariyê û malê da jî Ekremê got karên wê yên li şaredariyê tesîrê li ser karên wê yên li malê nake.
- "Di navbera karên malê û qaymeqamtiyê da hewl didim hevsengiyê bikim"
Qaymeqama Helebçeyê Nûhşa Ehmedê jî wiha got: "Aliyê mihafazakar a Helebceyê rê li ber jinan nagre ku ew di siyaset û rêvebiriyê da cih negrin. Jixwe ya ku divê bibe ev e."
Ehmedê got ji ber karên zêde ew nikare bi têra xwe karên malê û zarokên xwe ra eleqedar bibe û ew hewl dide di navbera wezîfeya qaymeqamtî û karên malê da hevsengiyekê ava bike.
Ehmedê diyar kir, ew wexta ku wezîfeya xwe ya qaymeqamtiyê dike, malbata wê li malê destekê dide wê û wiha dewam kir, "Mêrê min di karê malê da alîkariya min dike. Weke ku li qaymeqamtiyê bi karên welatiyan ra mijûl dibim, li malê jî wezîfeya xwe ya dêtiyê û karên xwe yên din dikim. Ji ber barê wezîfeyê karên malê dimîne. Ji ber wê jî hewl didim ku zemanê min badilhewa neçe. Di navbera kar û malê da hevsengiyê çêdikim."
Qaymeqam Ehmedê wiha qala serkeftina wezîfeya xwe kir:
"Ez ji karê xwe hez dikim. Ji mala xwe, mêrê xwe û zarokên xwe jî hez dikim. Ji ber wê jî ji bo ku herdu wezîfeyên xwe jî bê qusûr bikim hewl didim."
Rektora Zanîngeha Helebçeyê Mehabad Ebdullahê jî diyar kir ku ew li Iraqê rektora jin a ewil e û wiha dewam kir, "Di kirina vê wezîfeya min da du hêman hene. Yek jê li vî bajarî tiştekî dîrokî ye ku jin di rêvebiriyê da cih digrin. Ya duyem jî berpirsiyariya vî karî ye ku min wek jin hildaye ser xwe."
Mehabad Ebdullahê destnîşan kir ku divê di rêvebirinê da zêdetir wezîfeyan bidin jinan û wiha dewam kir, "Min wezîfe nexwestin. Berevajiyê vê wezîfe ji min ra hatin teklîfkirin. Ez wek jin hewl didim ku wezîfeyên xwe bi awayekî herî baş bi cih bînim."
Ebdullahê diyar kir, ew serê sibê ji zarokên xwe ra taştê amade dike û paşê diçe karê xwe.
Waliyê Helebçeyê Azad Tewfîq jî got ku li bajêr di mijara wekheviya jin û mêran da çandek heye.
Tewfîq wiha got, "Her çend jin li vê derê li gor kevneşopiyê berpirsiyariyan hildidin jî qabiliyet û dîplome girîng e."