Dinya, archive

Di rojnameya Qetarê de pêveka Tirkiyeyê

Rojnameya Eş-Şarqa ku li Qetarê tê weşandin di hezîrana 2012an de dest bi dayîna pêveka "Ayn Ala Tirkiye"yê (Li Tirkiyeyê Nêrîn) kiribû, vê mehê jî hejmara 21an weşand.

27.06.2014
Di rojnameya Qetarê de pêveka Tirkiyeyê

ÎSTANBUL

Rojnameya Eş-Şarqa ku li Qetarê tê weşandin di hezîrana 2012an de dest bi dayîna pêveka "Ayn Ala Tirkiye"yê (Li Tirkiyeyê Nêrîn) kiribû, vê mehê jî hejmara 21an weşand.

Hejmara 21an a "Ayn Ala Tirkiye" (Li Tirkiyeyê Nêrîn) ya ku bi destê Dîrektoriya Herêma Afrîka û Rojhilata Navîn a Anadolu Agencyê tê amadekirin û di rojnameya Eş-Şarqê de tê weşandin, derket.

Pêvek, ji hezîrana 2012an vir de tê weşandin û di naveroka wê de dewlemendiyên erdkolojî, dîrok, çand, huner, tenduristî û werziş ên Tirkiyeyê tên nasandin û ji hêla xwendevanan ve eleqeyeka mezin dibîne.

Heta niha bi 100 wêneyên cuda ve qala 150 mijarên der barê Tirkiyeyê de nivîs hatin weşandin û erf û edetên Tirkiyeyê ji bo ereban hat nasandin.

Di vê hêjmarê de bi taybetî der barê erf û edet, çalakî, jiyan û çanda Remezanê de gelek tişt tên nasandin.

Ji xêncî erf, edet û çalakiyên Remezanê, xwendevanên ereb der barê pîşasazî û aboriya Tirkiyeyê de jî agahiyan hildidin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın