İbrahim Atmaca
21 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 22 Rêbendan 2019
COTABATO CITY
Di referanduma Qanûna Organîk a Bangsamoroyê (BOL) ku ji bo paşeroja Misilmanên Moroyê girîng e da Moroyî deng didin.
Tê payîn ku di referandumê da nêzî 3 milyonî hilbijêr deng bidin û li dibistanan seba dengdayînê dorên dirêj çêbûn.
Li tevahiya bajêr tevdîrên ewlehiyê hatin hildan û gel tu daxuyaniyê nade mensûbên çapemeniyê.
Heke di referandumê da dengê "erê" derkeve bajêr wê tevlî herêmeke ku wê nû were avakirin bibe.
Li bajarê Katabatoyê tê payîn ku 110 hezar hilbijêr deng bidin.
Dengdayînê serê sibê di saet 7an da dest pê kir û wê piştî nîvro di saet 15an da xelas bibe.
Bi verastkirina nû va hikûmeta xweser a Bangsamoroyê wê ava bibe. Li herêmê mehkemeyên ku hukmên şerî didin wê bikaribin werin vekirin.
Rêvebiriya navendî wê rayeyên îdarî yên li Mîndanaoyê dewrî hikûmeta Bangsamoroyê bikin.