Abdullah Tel
09 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 10 Rêbendan 2018
ZAMBOANGA
Li başûrê Filîpînê ji komên misilman Eniya Rizgariya Îslamî ya Moroyê (MÎKC) û Eniya Rizgariya Neteweyî ya Moroyê (MUKC) dijî DEAŞê peymana îtifaqê îmze kirin.
Di daxuyaniya hevpar a MÎKC û MUKCê da hat ragihandin ku herdu rêxistin ji bo li dijî rêxistinên terorî yên piştgirên DEAŞê û DEAŞa ku li herêma Mîndanaoyê çalak e tevbigerin, biryareke wiha dan.
Di daxuyaniyê da wiha agahî hat dayîn: "Yekîtî wê nehêle ku milîtanên DEAŞê bikevin herêmên Cotabatoya Başûr, Saranganî û Sultan Kudaratê û ji bo tevlî gelê Bangsamoroyê jî nebin wê hewl bê dayîn."
MÎKC û MUKCê ragihandin ku ew naxwazin pêvajoya aştiyê ya bi hikûmeta Filîpînê ra kirine ji hêla komên girêdayî DEAŞê va bê serobinkirin.
Di sala 2014an da ji komên liberxwedanê MÎKCê bi hikûmeta Filîpînê ra peyman îmze kiribû.