Defika terorîstan ya bi Qur'ana Pîroz
Orhan Surmenê Çawişê Pispor yê ku di Operasyona Çiqlê Zeytûnê de duh şehîd ketibû, derket holê ku di encama teqemeniya ku di nav Qur'ana Pîroz hatibû bicihkirin de hatiye şehîd kirin.

Afrin
EFRÎN
Orhan Surmenê Çawişê Pispor yê ku di Operasyona Çiqlê Zeytûnê de duh şehîd ketibû, derket holê ku di encama teqemeniya ku di nav Qur'ana Pîroz hatibû bicihkirin de hatiye şehîd kirin.
Operasyona Çiqlê Zeytûnê ya ku Artêşa Tirkiyeyê û Artêşa Azad a Sûriyeyê li herêma Efrînê ya li bakurê rojavayê Sûriyeyê ji bo berterefkirina terorîstên mensûbên PKK/KCK/PYD-YPG û DEAŞê, gelê dost û bira ji tehde û zilmê bê xilaskirin da destpêkirin serkeftî didome.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên ewlehiyê hatin hildan, şehîd Orhan Surmen gava ku li gundê Dermaşanliyê erazî kontrol dikir li erdê Qur'aneke Pîroz dibîne û radike. Di wê radêyê de Qur'ana Pîroz diteqe û Orhan Surmen şehîd dikeve.
Çavkaniyên ewlehiyê gotin wan ev taktîkên rêxistina terorê di operasyonên li Sûra navçeya Diyarbekirê, li Şirnex û navçeyên wê Cizîr û Îdilê, li Gevera navçeya Hekariyê û Nisebîna navçeya Mêrdînê de jî dîtibûn.