21 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 22 Berfanbar 2016
KAHRAMANMARAŞ
Nofa Mitara 65 salî ye û ji Helebê ye. Mitar yek ji wan jinan e ku ji ber şerê navxweyî yê Sûriyê jiyana wê serobin bûye. Zarokeke wê di şer da miriye û ji malbata xwe dûr ketiye û beriya ku bimire dixwaze cardin hemû zarokên xwe li cem xwe bibîne. Mitar bi vê hesret û keserê jiyana xwe didomîne.
Nofa Mitar piştî ku şer dest pê kir, welatê xwe li paş xwe hîşt û ew, mêrê xwe, bûka xwe û neviyê xwe va pêşiyê hatin Gazîantepê, paşê bi malbata xwe va li konbajara Kahramanmaraşê bi cih bû. Mêrê wê salek berê mir û vê gavê ew, bûka xwe û neviyê xwe di konbajarê da dijî.
Mitar beriya ku bimire dixwaze ku malbata wê were ser hev û wan bibîne.
Mitarê dema ku qala dûrmayîna ji mal û zarokên xwe kir kelogirî bû û got ku şerê navxweyî yê li welatê wan, malbata wê perçe kir.
"Ez bêriya zarok û neviyên xwe dikim"
Mitarê diyar kir ku ji zarokên wê 4 heb tevî malbatên xwe li Helebê man, 2 jê jî hatin Kilîsê û dest bi xebatê kirin.
Mitarê got ku ew bixwe jî li Kahramanmaraşê li konbajar dimînin û mêrê wê jî par ji ber hin nexweşiyên kaltiyê mir.
Mitarê destnîşan kir ku nêzîkî 15 roj e ku wê ji zarokên xwe xeber nestandiye û wiha axivî:
"Li Helebê em malbateke pir fireh û mezin bûn, hemû neviyên me li cem me bûn, lê ez niha li konbajar digel bûk û neviyekî xwe dimînim. Jiyana wiha tenê xweş nîne. Ez bîra zarok û neviyên xwe dikim. Zaroyên min hemû li aliyekî, ez jî li aliyekî mam. Ez dixwazim beriya ku bimirim, malbata xwe dîsa li cem hev bibînim. Êdî ez pîr bûm, ez ditirsim dûrî malbata xwe bimirim. Xwedê mezin e, înşellah ewê jî bibe.