19 Adar 2016•Rojanekirin: 20 Adar 2016
ANKARA/HESEKE
Li herêmên li bakurê Sûriyeyê ku PYDyê federalîzm îlan kiriye, gel ji ber kirin û sepandinên PYDya şaxa Sûriyeyê ya PKKya rêxistina terorê aciz e.
Li herêmên ku ketine destê PYDyê ereb û tirkmen tên koçberkirin û girtin û kurdan jî bi zorê hildidin leşkeriyê.
Pergala federalîzmê ya ku rojek berê PYDyê li Heseke, Kobanê û Efrînê îlan kir, ji hêla kurd, ereb û tirkmenan va hat redkirin.
Li gor çavkaniyên herêmî rêxistin ji sala 2012an vir va ku li herêmê bû desthilatdar li herêmê pêkutiyê dike.
Serokê Meclisa Herêmî ya gundê Mînnîxa li bakurê Helebê Xiyas el-Dîk daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku PYD nahêle gel vegere mala xwe.
Endamê Meclisa Herêmî ya Tel Rifata li bakurê Helebê ku meha borî ket destê PYDyê Evdirehman Hac Dîbo jî wiha got: "Em PYDyê wek hêza dagirker û perçeyekî rejimê dibînin."
Li gor agahiyên çavkaniyên herêmî PYDyê meha borî piştî ku bi alîkariya hewayî ya Rûsyayê pêşva çû 230 malbat ji ciyê xwe bûn.
Li gor raporên Tora Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SNHR) ku di 18ê rêbendan û 15 adarê hatine amadekirin, tê destnîşankirin ku PYDyê ji destpêka şerê navxweyî vir va 61 jê zarok, 44 jê jin û 17 jî bi êşkenceyê 416 sivîl kuştiye.
Tê diyarkirin ku milîtanên PYDyê rojnamevanan jî dikin hedefa xwe û bi kêfî 24 nûçegihan û kameraman hatine girtin û destdanîne ser amûrên wan. YPGya şaxa çekdar a PYDyê ji serê 2014an heta cotmeha 2015an 34 jê zarok 88 jin revandine.
PYDyê heta sermaweza 2015an hezar 876 zarok bi zorê hilda bin çekan û herî kêm hezar 651 kesî bi kêfî derdest kir.
Tê destnîşankirin ku li Hesekeyê bi hezaran ereb hatin koçberkirin û li Hesekeyê di sibata 2015an da qederê 100 malbatên tirkmen rastî tundî û niheqiyê hatin.