Haydar Şahin
08 Mijdar 2019•Rojanekirin: 08 Mijdar 2019
Mehkemeyeke li New Yorkê bi hinceta Weqfa Trump ji bo armancên siyasî û bazirganiyê bi kar aniye 2 milyon dolar ceza da Donald Trumpê Serokê Amerîkayê.
Saliann Scarpullaya dadger ji ber ku Weqfa Trump ji bo armancên siyasî û bazirganiyê bi kar aniye biryar da ku Donald Trump 2 milyon dolar ceza bide.
Wekî mayîn Scarpullayê biryar da ku Weqfa Trump were girtin û 1,7 milyon dolar pereyê weqfê jî dewrî weqfên din bikin.
Serdozgeriya New Yorkê par di mijara weqfa alîkariyê da li dijî Trumpê Serokê Amerîkayê û malbata wî doz vekiribû û xwestibû ku 2,8 milyon dolar ceza bidin.