Hat ragihandin ku li Sûriyeyê rêxistina terorê DÎŞIyê ji gundên girêdayî bajaroka Tel Nemira li ser bajarê Hasekeyê 90 xiristiyan revand.
Li gor daxuyaniya Komîteya Koordînasyona Herêmî ya Sûriyeyê (LCC) DÎŞIyê ji gundên girêdayî bajaroka Tel Nemira li ser bajarê Hasekeyê 90 xiristiyanên ku di nav wan de asûrî jî hene revand.
LCCyê der barê mijarê de bihurgilî agahî neda. Aktivîstên herêmî gotin ku hin gundên bajaroka Tel Nemir ketin destê DÎŞIyê. Hat ragihandin ku li herêmê di navbera hêzên kurd û DÎŞIyê de pevçûn çêbûn.
DÎŞIyê duh gundên el-Axibeş, Tel Hurmuz, Tel Şamiram, Tel Nasrî û Kasr Tuma Yelda yên li ser bajaroka Tel Nemirê bi dest xistibû.