Fatih Gazioğlu
02 Tebax 2019•Rojanekirin: 03 Tebax 2019
Civîna Garantoran a 13an ya li ser Sûriyeyê li Nur Siltana paytextê Qazaxistanê tê kirin dewam dike.
Di civînên roja duyemîn da lijneyên Tirkiye, Îran û Rûsyayê ya rejima Esed ya ku Serokatiya wê Beşar Caferî dike, mixalefêta eskerî û Urdun, Iraq û Libnanê dewletên çavdêr hatin bal hev.
Nûnerên Tirkiye û Iraqê di çarçoveya hevdîtinên teknîkî da li gor saeta Tirkiyeyê di 07.00an da li Otela Rîxos Presdent Astanayê hatin bal hev. Serokatiya lijneya Tirkiyeyê Sedat Onalê Alîkarê Wezîrê Karên Derva kir.
Alexander Lavrentievê Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Vladîmîr Putînê Serokê Rûsyayê ji heyeta welatê xwe ra, Elî Esxer Heciyê Alîkarê Wezîrê Karên Derva yê Îranê jî ji heyeta welatê ra serokatiyê dikin.
- Libnan û Iraq cara ewil e wekî 'çavdêr' beşdarî civînan dibin
Nûnerên Komîseriya Bilind a Penaberan ya NYyê û yên Xaça Sor a Navneteweyî jî wekî çavdêr beşdarî civînan dibin. Serokatiya Lijneya NYê jî Hawla Matara Alîkara Nûnerê Taybet ya Sûriyeyê dike.
Di civîna 12an a 25-26ê nîsanê da statuya çavdêriyê dabûn Libnan û Iraqê û herdu welat ew ê cara ewil di civînên formata Astanayê da cî bigrin.
Danezana encamê li gor saeta Tirkiyeyê wê saet 11.00an were eşkerekirin.
Di rojeva hevdîtinan da Îdlib, bakurê rojhilatê Sûriyeyê û rewşa dawîn a li welêt, avakirina Komîteya Qanûnan Bingehîn, vegera penaberan, rewşa însanî ya li herêmê hene.
Hevdîtinên bi formata Astanayê yên di garantoriya Tirkiye, Rûsya û Îranê da ji rêbendana 2017an vir da dewam dikin.