Çağrı Koşak
19 Tîrmeh 2021•Rojanekirin: 20 Tîrmeh 2021
Heciyan li axa pîroz dest bi îbadetên xwe kirin û beriya Eyda Qurbanê cilika li ser Kebeyê "Kîsweya Şerîf" jî hat guherandin.
Li gor nûçeya ajansa nûçeyan a fermî ya Erebistana Siûdî (SPA), ekîbên Serokatiya Giştî ya Karên Mescîda Nebewî û Mescîda Heram cilika nû avêtin li ser Kebeyê.
Cilika Kebeyê ji hevrîşima saf û bi keda 200 karkerî va hatiye çêkirin.
Hat ragihandin ew li Kompleksa Kîsweya Şerîf ya Qral Ebdulezîz hatiye çêkirin.