Dinya

Serokwezîrê Iraqê Kazimî eşkere kir ku sê caran rastî hewla sûîqesdê hat

Haydar Karaalp  | 19.07.2021 - Rojanekırın : 20.07.2021
Serokwezîrê Iraqê Kazimî eşkere kir ku sê caran rastî hewla sûîqesdê hat

Baghdad

Serokwezîrê Iraqê Mistefa el-Kazimî ragihand, di maweya peywira wî da sê caran hewl hat dayîn ku wî bikujin.

Kazimiyê ku li Iraqê ji Gulana 2020î vir va li ser kursiyê serokwezîriyê rûniştiye, hevpeyvîn da têlevîzyona Al Hadath a Erebistana Siûdî.

Kazimî diyar kir, di maweya serokwezîriya xwe da ew sê caran rastî hewla sûîqesdê hat, lê der heqê wê yekê da agahî neda ka ev hewl kîngê û ji hêla kê pêk hatin.

Serokwezîrê Iraqê wiha got, "Ez ji ber vê yekê bifikar nînim, natirsim jî. Ez ê xebata xwe ya di çarçoveya wê planê da berdewam bim ku me ji bo rêveberiya welêt xêz kiriye."

Kazimî ji Gulana 2020î vir va serokwezîriya hikûmeta Iraqê dike.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın