Di roja dawîn a Remezanê da li Kabeyê di bin baranê da dia tên kirin
Makkah
Di roja dawîn a meha Remezanê da li Mescida Heramê bi hezaran kesî di bin baranê da dia kir.
Di dîmenên ku li ser hesabê medyaya civakî ya Mîrektiya Herêma Mekkeyê hatin parvekirin da hat dîtin ku li Kabeyê baran dibare, kesên ku tewafê dikin û yên ku destê xwe vekirine û dia dikin jî balê dikşînin.
Di peyamê da gotina "Ji Mescida Heramê baran û dia" hat parvekirin û bal li ser rewşa menewî ya meha Remezanê û bereketa baranê hat kişandin.
Erebistana Siûdî, Qeter, Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb (MYE), Yêmen, Behreyn, Libnan, Sûdan, Filistîn û Kuweytê 20ê Adarê roja înê wekî roja yekem a Eyda Remezanê eşkere kiribûn.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
