Fatih Gazioğlu
27 Sibat 2018•Rojanekirin: 27 Sibat 2018
PRAG
Salih Muslumê Hevserokê berê yê PYD/PKKya rêxistina terorê yê ku dawiya hefteya borî li Praga paytextê Çekyayê hatibû binçavkirin, bi destê mehkemeyê hat berdan.
Rûniştina mehkemeya Muslum li gor saeta Tirkiyeyê di saet 13.00an de dest pê kir û mehkemeyê ji bo Muslum biryara berdanê da.
Polêsan li ber deriyê mehkemeyê bi dorfirehî tedbîr wergirtin. Hin alîgirên rêxistina terorê jî li ber deriyê mehkemeyê çalakî li dar xist.
Darizandin ji çapemeniyê re girtî hat kirin.
Daxwaza Tirkiyeyê ew bû ku Muslum were girtin û piştra jî radestî Tirkiyeyê bê kirin.
Navê hevserokê berê yê rêxistina terorê PYD/PKKyê Salih Muslum di nava kategoriya sor a "Lîsteya kesên ku ji ber terorê li wan digerin" a Wezareta Karên Navxweyî da ye û xelata kategoriyê jî 4 milyon lire ye.