Türkan Tosun
2018 ж. 27 ақпан•Rojanekirin: 2018 ж. 28 ақпан
ÎSTANBUL
Rekortmenê dinyayê werzişvanê berê Usaîn Boltê ku eslê xwe ji Jamaîkayê ye ji bo Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) wê beşdarî pêşbirka "Soccer Aîd"ê bibe.
Pêşbirka Soccer Aîdê du salan carekê li Îngiltereyê tê lidarxistin û bihayê biletên ku tên firotin ji bo alîkariyê didin UNICEFê.
Bolt li ser medyaya civakî wiha got: "Ji ber ku ezê beşdarî çalakiya alîkariyê ya bi navê Soccer Aîd a li ser navê UNICEFê çêdibe bibim pir bi kelecan im. Amade be Robbîe Wîllîams."
Pêşbirk wê di 10ê hezîranê li Stada Old Traffordê ya li bajarê Manchesterê çêbibe, Bolt wê bibe kaptanê pêşbirkê.
Di pêşbirka alîkariyê de lîstikvanên sînemayê Wîll Ferrell, Woody Harrelson, Mîke Myers, stranbêj Nîall Horan, futbolîstên berê Dîego Armando Maradona, Zînedîne Zîdane, Luîs Fîgo, Ronaldînho gelek kesên navdar wê derkevin qadê.
Bihayê bilêtan di navbera 10 û 50 sterlînê de diguhere. Bilêt li ser malpera înternetê ya Kluba Manchester Unîtedê tên firotin.
Pereyê ji bilêtan bê bidestxistin wê wekî alîkarî bigihêje UNICEFê.