Haydar Şahin
22 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 22 Berfanbar 2017
ANKARA
Pêşnûmaya ku bi hewlên Tirkiyeyê hatibû amadekirin û biryara Donald Trumpê Serokê Amerîkayê ya li ser Qudsê rexne dike di Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) da hat qebûlkirin û çapmeniya Amerîkayê di manşetên xwe da cî dan vê mijarê.
Ligel tehdîdên Amerîkayê pêşnûmaya ku biryara Trump a ku Qudsê wekî "paytextê Îsraîlê" nas dike rexne dike di lijneya Giştî ya NYyê da bi 128 rayan hat qebûlkirin, 9 welatan jî gotin bira were redkirin. Çapemeniya Amerîkayê ciyekî berfireh da vê mijarê.
CNNyê xeber wekî "Ligel tehdîda Haleyê NYyê biryar da kur biryara Trump a li ser Qudsê were şermezarkirin" weşand.
Di xeberê da hat gotin ku ligel tehdîdên Amerîkayê piraniya endaman pêşnûma qebûl kirin û bal hat kişandin ku dengdayîn piştî tehdîda Nîkkî Haleya Nûnera Daîmî ya NYyê ya Amerîkayê hat kirin. Haleyê gotibû heke li dijî biryara Amerîkayê ray bên avêtin dema alîkarî tê dayîn Amerîkayê du caran li ser bifikire.
Reuterê got, "Di NYyê da ji 120î zêdetir welatî li dijî biryara Amerîkayê ya li ser Qudsê meydan xwend".
Rojnameya New York Tîmesê jî xweber wiha da, "Lijneya Giştî ya NYyê li dijî Trump derket, biryara Amerîkayê ya li ser Qudsê şermezar kir."
Dengê Amerîkayê (VOA) di xebera xwe da ji bo mijarê got, "NYyê biryara Amerîkayê ya ku Qudsê wekî paytextê Îsraîlê nas dike bi piraniya endaman va binpê kir û red kir."
Rojnameya Washington Postê jî diyar kir ku 128 welatan piştgirî dan pêşnûmaya Qudsê û got, "NYyê biryara Amerîkayê ya li ser Qudsê bi qêrîn red kir" û di xebereke xwe da jî sernava "Xebatên li Erdê Filistînê û Qudsa Rojhilatê ya Dagirkirî." nivîsî.
Di xeberê da hat gotin ku encama dengdayînê ne bi tenê ji bo Trump ji bo Amerîkayê û tehdîdên wê jî bû bersiveke mezin.