Islam Doğru
02 Tebax 2022•Rojanekirin: 03 Tebax 2022
Serokê Amerîkayê Joe Biden piştrast kir ku ji rêveberê payebilind ê ê El Qaîdeyê Eymen Zewahîrî di êrîşa asîmanî ya li Efxanistanê da hat kuştin.
Biden li hewşa Qesra Spî derket pêş qamerayan û got ku piştî wan tespît kir ku Zewahîrî li Kabûlê xwe tevlî malbata xwe veşartiye, roja yekşemê bi fermana wî bi wesayîteke bêfirokevan va hat berterefkirin û wiha domand: "Zewahîrî çû û wê êdî careke din paşve neyê, Efxanistan ji ber wî êdî wê Efxanistan ji bo terorîstan nebe navendeke ewle û em ê jî ji vê bawer bin. Ev lîderê terorîst êdî tuneye."
Biden ragihand ku bi operasyona li hemberî Zewahîrî va "edalet" bi cî anîn û piçek be jî dilê malbatên kesên di êrîşa 11ê Îlona 2001î da can dabûn rihet kirin û wiha pê da çû: "Em îşev careke din eşkere dikin ku çiqas diajo bila biajo, hûn xwe li kê derê vedişêrin, veşêrin heke hûn ji bo gelê me tehdît bin Amerîka wê dibîne û derdixe."