Talha Koca
12 Hezîran 2026•Rojanekirin: 12 Hezîran 2026
ERZURUM (AA) - Li Erziromê xebatên lêgerîna ji bo şivanê 17 salî yê ku berî 2 rojan wenda bûye, didomin.
Li Mezreya Hîranê ya li ser Taxa Pîraliyê şivan Okan Koçê ku duh pezê xwe diçêrand, winda bû û ji bo dîtina wî 10ê hezîranê xebat dabûn destpêkirin.
Ekîbên AFAD û cendirmeyê bi beleman di nava Çemê Erezê da û bi dûrbîninan jî li herêmê digerin.
Hevalên wî piştî ku lê geriyabûn û Koç nedîtibû, cab dabûn Navenda Bangewaziya Acilê ya 112ê û ekîban li herêmê dest bi xebatên lêgerînê kiribûn.