QAHÎRE
Partiya Azadî û Edeletê li ser hesabê xwe ya fermî yê facebookê daxuyaniyek weşand. Li gorî daxuyaniyê hat diyarkirin ku hêzên ewlehiyê Ehmed Arîf binçav kirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ji ber ku derbekir ji muxalifan ditirsin, wiha dikin.
Televîzyona fermî ya Misrê jî li gorî agahiyên çavkaniyeke ewlehiyê diyar kir ku Arif li herêma Medinetu'n-Nasrê (Nasrcity) ya Qahîreyê, di xaniyekî de tê girtin. Li gor çavkaniyê Arif li mala xezûrê xwe, xwe vedişart, li wir hat binçavkirin.