QAHÎRE
Serokomarê jikarxistî Hisnî Mibarek ji doza dawîn ya ku wek wekîlê serfermandar dihat darizandin bereat bû. Serokwezîrê hikûmeta berwext yê Misrê Hazim el-Bîblawî, biryar da ku Hisnî Mibarek li malê, di bin çavdêriyê de bê girtin.
Lijneya Wezîran daxuyaniyek da û diyar kir ku Bîblawî ji ber rewşa derasayî ya li welêt, telîmat da ku Mibarek di hepsa malê de bê girtin.
Biryara dawîn dê Serdozgeriyê bide û piştî vê biryarê dê serbestberdana Mibarek diyar bibe.