Ruslan Rehimov
18 Sibat 2023•Rojanekirin: 20 Sibat 2023
Serokomarê Azerbeycanê Îlham Eliyev û Serokê Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî li Munîhê hatin bal hev.
Li gor daxuyaniya Serokomariya Azerbeycanê Eliyev û Barzanî di çarçoveya Konferansa Ewlehiya Munîhê da hevdîtin kirin.
Di hevdîtinê da Barzanî ragihand ku ji bo pêşketina têkiliyên di navbera Herêma Kurdistana Iraqê û Azerbeycanê da potansiyelek mezin heye.
Barzanî destnîşan kir ku polîtîkayên xwedîvîzyon ên Eliyev gelek bi kêrî Azerbeycanê hatin û ji ber vê jî ew pîroz kir.
Di berdewamiyê da Barzanî bi bîr xist ku di navbera HKI û Azerbeycanê da ji hêla çand û dîrokê va jî hevparî hene û bi Tirkiyeyê ra jî têkiliyên baş hene û di vê mijarê da dikarin projeyên hevpar jî binirxînin.
Eliyev jî destnîşan kir ku têkiliya Azerbeycanê ya bi Tirkiyeyê ra ya biratiyê ye û di pêşerojê da ew dikarin li ser hevkariya sêalî bisekinin.
Eliyev ragihand ku di navbera Azerbeycan û HKIyê da di qada bazirganî û aboriyê da potansiyeleke mezin heye û ji bo pêşvebirina vê divê rasterast karsaz têkiliyê daynin û saziyên kar û bar birêva dibin bên avakirin.