23 Sibat 2017•Rojanekirin: 24 Sibat 2017
MÛSIL
Hêza Polêsê Federal ê Iraqê ragihand ku Balafirxaneya Navneteweyî ya Mûsilê hatiye kontrolkirin.
Fermandeyê Hêzên Siwatê General Ebdulezîz Riza Mûsewî bo peyamnêrê Ajansa Anadoluyê ragihand ku ewan Balafirgeha Navneteweyî ya Mûsilê kontrol kiriye.
Mûsewî wiha agahî dan: "Hêzên me Balafirgeha Mûsilê bi temamî kontrol kirin. Pêşî firgeh û hola balafirgehê hatibû rizgarkirin. Niha me balafirgeh bi temamî rizgar kir. Niha şer li dorûberê wê berdewam e."
Mûsewî diyar kir ku balafirgeh ji ber teqînên DEAŞê û bomberdûmana hêzên koalîsyonê sedî 90ê wê wêran bûye.
Ji ber ku wêran bûbû DEAŞê kiribû cihê bergiriyê.
Vê sibehê êrişa Serbazgeha Xezlaniyê ji aliyê Hêzên Dijeteror û operasyona balafirgehê jî ji aliyê Polêsê Federal ve hatibû destpêkirin.