Nihat Kavşut
06 Adar 2018•Rojanekirin: 07 Adar 2018
MOSKOW
Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê da zanîn ku li Sûriyeyê nêzîkî baregeha esmanî ya Himeymimê, balafira Rûsyayê ya kargoyê ya bi tîpa Antonov-26 ket û 26 rêwî û 6 murettebatên tê da mirin.
Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji Wezaretê hat dayîn de hat diyarkirin ku îro saet dora 15.00ê balafira kargoyê ya Ûris a bi tîpa Antonov-26 nêzî baregeha esmanî ya Himeymîmê ket.
Di daxuyaniyê de dan zanîn ku 26 rêwî û 6 murettebatên di balafirê de mirin û agahî hat dayîn dibe ku balafir ji ber xetayeke teknikî ketibe.
Hat diyarkirin ku li gor tespîtên ewil tu êrîşên dijî balafirê nehatine kirin û hat gotin ku der barê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.