06 Nîsan 2017•Rojanekirin: 07 Nîsan 2017
HEWLÊR
Pisporên siyasî diyar dikin ku li pêşiya "referanduma serbixwebûnê" ya ku Mesûd Barzaniyê Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) carekî dîsa anî rojevê gelek asteng hene.
Li gor pisporên iraqî, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) ji bo referandumê bi hev ra komisyona hevpar ava kirin û ji raya gişkî ra nîşan dan ku vê zehf zêde dixwazin lê belê ji ber tabloya siyasî ya herêmê ji bo demeke kin dibê ji vê tu tiştekî hêvî nekin. Qirîza siyasî ya li HKIyê, xebatên camieya navneteweyî û hikûmeta Iraqê ya ji bo "Iraqa unîter" astengên sereke yên li pêşiya pêvajoyê ne.
- Astenga qirîza siyasî ya navxweyî
Li HKIyê di tebaxa 2015an da bi dirêjkirina dema serokartiya Barzanî va qirîza siyasî derket, di ser vê da jî tengasiya aboriyê dest pê kir û çalakiyên li dijî hikûmetê zêde bûn. Bi destê KDPê ji wezîfeyê hildana wezîrên Goranê va qirîz hê jî zêde bû.
Li herêmê ji bo qirîza ku her diçe mezin dibe sala par jî çareseriyek nehat dîtin, di mijara referandumê da jî tesîrên qirîzê tên dîtin.
Tevgera Goranê di daxuyaniya ku pêr weşand da diyar kir ku wek partî li dijî referanduma ku qedera gelê Kurdistanê eşkere bike dernakevin lêbelê merciyê ku vê biryarê bide jî meclis e ku ev 2 sal e nikare wezîfeya xwe bike. Goranê diyar kir ku heyeta ku PDK û YNKê ji bo referandumê ava kirin qebûl nake û ji bo hevdîtinan jî Meclis nîşan da.
Partiya Yekîtiya Îslamî ya Kurdistanê (Yekgirtû) û Partiya Komela Îslamî ya Kurdistanê (Komel) bereksê Goranê heyeta PDK-YNKê qebûl kir û daxuyand ku wê piştgiriyê bidine referandumê û bal kişandin ser qeyrana siyasî gotin lazim e ev qeyran were çareserkirin.
Serokê Partiya Geşepêdanê ya Tirkmen û Parlementerê Meclisa HKIyê Mihemed Îlhanli ji nûçegihanê AAyê re wiha daxuyand: "Em ê berjewendiyên tirkmenan li ber çavan bigirin û li gor wê tevbigerin. Heke qeyrana di navbera partiyên siyasî de bê çareserkirin û ji bo referandumê biryareke hevpar bê dayin, em ê jî piştgiriyê bidin."
- "Di destê Bexdayê da kartên bihêz hene"
Hîndekarê Beşa Peywendiyên Navneteweyî yê Zanîngeha Amerîkan- Dihokê, Dr. Beyar Doskî wiha got: "Di destê Bexdayê de du kartên girîng hene. Ji evana yek zagon ya din jî têkiliyên wan yên dîplomatîk in ku dikarin bandorê li ser biryara civaka nêvneteweyî bikin."
Doskî diyar kir Bexda ji civata navneteweyî ra dikare bêje "Ji bo parastina yekîtî û pêkvetiya welêt, em guh nadin daxwaza kurdan" û wiha dewam kir:
"Iraq ji ber DEAŞê bi hemû saziyên xwe va di nav têkçûneke mezin da ye, lê dîsa jî li ser piyê xwe dewam dike. Sînorê wê hene, lê piştgiriya hêzên koalîsyonê ya navneteweyî hildide. Dibe ku welatên cînar piştî vê saetê piştgiriyê bidin biryara Bexdayê. Bexda dikare îdia bike û bêje ku zirarê dide unîteriya welêt û bi hawî bi kurdan ra hevdîtinê neke."
Doskî diyar kir, tiştekî durist nîne ku kurd ji bo referandumê pişta xwe bi NYê va girêdin, lewra NYê heta niha tu pirsgirêka navbera Bexda-Hewlêrê çareser nekir û rol nelîst.
Endamê Hîndekariyê yê Fakulteya Zanistên Siyasî ya Zanîngeha Salahaddînê Evdilhekîm Hasro jî got ku divê kurd bi Bexdayê ra rûnên û çi dixwazin eşkere bikin, bi emrê waqî nabe, divê bi Bexdayê ra her vebijêrk were xeberdan, ev pêvajoyeke dijwar û dirêj e.
- "Haşdî Şabî êrîşî kurdan bike ewê zirarê bibînin"
Akademîsyen Hasro got ku ew ne bawer e ku Haşdî Şabî û peşmerge bên hemberî hev û şer bikin. Hasro wiha axivî:
"Haşdî Şabî niha ketiyê dû duristkirina îmaja xwe. Çavê DYAyê, NYyê û gelek dewletan niha li ser Haşdî Şabiyê yê. Haşdî Şabî êrîşî kurdan bike ewê zirarê bibînin. Evê jî wê destê kurdan hê hêztir bike."
Ji Navenda Lêkolîna Stratejîk a Nahraînê Dr. Watîk Haşîmî got ku ew niha ne bawer e ku dewleteke serbixwe bê îlankirin. Haşîmî got ku niha DYA, Yekîtiya Ewropayê û dewletên herêmê jî li dijî Kurdistaneke serbixwe ne.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di kombûna xwe ya ligel Sekreterê Giştî yê NYyê Antonio Guterres a li Hewlêrê da piştî demeke dirêj, mijara serxwebûna herêmê anîbû rojevê û gotibû ku ewê di demeke nêzîk da referandumê bikin.
Piştî vê daxuyaniyê di 2yê nîsanê da rêveberên PDK û YNKyê di serokatiya Barzanî da civiyabûn û ragihandibûn ku wan seba referanduma serbixwebûnê biryara avakirina komîsyoneke hevpar da.