LONDRA
Li gor rapora tenduristiyê biryar hat dayîn ku Rektorê berê yê Zanîngeha Înonuyê Prof. Dr. Fatîh Hîlmîoglûyê girtiyê doza Ergenekonê yê di Dadgeha Destûrê de tê darizandin, bê tehliyekirin. Arîkarê Serokwezîr Bulent Arinç der barê biryara tehliyekirinê de got ku "Vê ez gelekî kêfxweş kirim, baş bû, derneg bû lê ez hêvîdar im ku ev biryar ji bo kesên din bibe mînak."
Arinçê ku li Londona paytextê Îngilistanê têkiliyan datîne di rezîdansa Balyozxaneya Londonê yê Tirkiyeyê daxuyaniyek da nûçegihanan û li ser biryara tehliyeyê ya tedbirî ya Profesor Fatîh Hilmîoglû sekinî.
Arinç got ku ji bo nûçeya ku dibêje Profesor Hîlmîoglû ji ber sedemên tenduristiyê hat tehliyekirin, gelekî kêfxweş bûm û wiha axivî: "Vê ez gelekî kêfxweş kirim, ji ber ku herî kêm ev du sal in ku ez li ser vê mijarê disekinim. Wekî ku hûn dizanin ku me di pakêta duyemîn û sêyemîn ya darazê de her çiqas girêdayî rapora tiba edlî kiribin jî, me verastkirineke ku prosedorê hêsan dike çêkiribû. Lê hikmeta vê yekê her çi be ne ji bo Hîlmîoglû tenê, ji bo girtî û mehkûmên din jî nekarîn biryara tehliyeyê bidin. Birêz Serokomarê me jî fikarên xwe yên di vê mijarê de gotin. Min dizanibû ku divê rasterast an jî bi navbeynkariya birayê xwe bi serlêdana şexsî serî li Dadgeha Destûrê bide. Dadgeha Destûrê jî xwestibû ku der barê wî de rapor bê tenzimkirin. Wisa bawer im ku rapor danê sibê gihaye dadgehê. Heke min xelet nebihîstibe rasterast ji bo tevdîrê biryara tehliyeyê dane, dê ev demildest bê tetbîqkirin."
- Rojnamevanên îngiliz hatin bal hev
Arinç di vê navberê de di çarçoveya têkiliyên xwe yên li Londonê bi rojnamevanên îngiliz re di taştêya ku di rezîdansa Balyozxaneya Londonê ya Tirkiyeyê de hat dayîn, hat bal hev. Rojnameyên wekî Fînancîal Tîmes, Reûters, Economîst, Daîly Telegraph û Assocîated Press beşdarî taştê bûn.
Balyozê Londonê yê Tirkiyeyê Unal Çevîkoz mazûvantiya taştê kir. Midûrê Giştî û Serokê Lijneya Birêvebirinê yê Anadolu Agencyê Kemal Ozturk û endamê Lijneya Birêvebirinê yê AAyê Refîk Korkûsûz, Arîkarê Midûrê Giştî yê AAyê Ebûbekîr Şahîn jî beşdarî taştê bûn.